Pirojeya zanyarî û reşpêşkirina rewşenbîrî

50
Pirojeya zanyarî û  reşpêşkirina rewşenbîrî
Rêber Hebûn
https://youtu.be/HsrmKrKz0fQ
Vînên takekesan hel û mercên navdewletî  diafirînin, bandor û kiryarên wana tevgera civak û bûyînên wê bi derbasbûna dîrokê zeft dikin, berhinde takekesan civakê saz dikin, û dema takekes çênebin civak jî natebite, û ti sûd ji pîrozkirin û rehetiya me ya bi guman bi civakê  ve wek diyardeyek e mirovî nîne ji ber ku ew  bi rengekî ji rengan gef li ser heye,û yên bergiriyê li nirxên wê dikin dîsa jî zanyar in, xwediyên name û tewriyan, û kesên yên xîlika wênegirtinên nimûnî li xwe kiribûn û  ên bi dû pesinvaniyên kesayetî  ezezî ketin  wana riswa kirin, û dema ti rastiyek e bêsînor nîne ji bilî di hebûna bêsînor û zanebûna bêbend de, û gîhiştina mirov ji hewildanê xwe re ji bo baştirînê bi rêjeyîyê ve girêdayî ye eger çiqas kedên mirovî bên e hevdan,  û peyketin bi dû zanînê rizgariyek e ji cîhanê re  ye ji çaxên zorengan  ,ên têgehên perçekirinan kedî kiribûn, û civakan tar û mar kiribûn, û sîstemên şaristaniyê berve dîrokê hilweşandibûn, ew sîstemên avaker ên balabûnê saz kiribûn, û bibûn rûnîgehek e tîrêjî pêşdar, berhinde kesên yên ramanên nû wana tengas dikin wê nikaribin kiryarê baş û nû bipejirînin, ji ber ku hezkirin  qepûşka nihadî li paş hinek têgehan e ku timî hêviyên  zanyaran ji bo jiyanek e nûjen asteng kirin.
Zanyar îro parizvanê çi avabûnek e hindik maye hilweş e an wê bê xwarê û dema diyar li ser celebdarî hatiye bicîkirin, ne li ser tengbûna dîtinê li gelên navçeya dewlemend, berhinde hebûnek ji netewek î re nîne bi wateyê xwe yê rastir, yê a rast ku rastiyek heye netewan aşkere dike , û girêdanên wana bi cîgehê, zimên, ol û cîranbûna dîrokî, û nijadperestiyê ji encamê ramanek î dûrker e, û goşegîrbûn ji berhemê ramanek î naye guhertin  û bi girêdanbûnê ve dorpêçkirî ye, û hebûn welatê mirovê zanyar e, û evîn nasnama xwe ye û zanebûn jî doza xwe ye berve ramandinek e saxlem rê dide ji karek î  saxlem re, û dibe ku derdê gelên paşdemayî ji têgeh û nezaniya wana be, û dijminatiya wê bi pêşveçûnê re, berhinde Vîktur Hîgu 1 dibêje : (Dema nezanî diqede, azadî destpê dike.)
û wateya hebûna nezaniyê berdewamiya sîstema serkotkirinê ye û cîgirkirina sitemkariyê û layanên wêna ji gendelî û hilweşîna rewiştî  ye û ev yeka baş di sîstmên cîhana Erebî û rojhilata navîn de diyar dibe
Hilavêtina zanyarî bêtir e bi ramandin û tevgerê û di jiyanê de hinek rawestgeh hene di diyarkirina gotûbêjê , û ji bo ku zanîn di me de biserkeve , divê em bi
—————————-
1- Vîktur Hîgu: rojbûn 26.02.1802, koçkirin 22.05.1885, wêjevan, helbestvan û romannivîsek î Ferensî ye, ji navdartirîn wêjevanên Ferensa ye di qonaxa romensî de.
 nirxên hişmendî û hezkirinê ve  wekî yekgirtinekê bêne girêdan , û hevdilî bê pîvanên hişmendî dergeha lawaziyek e serkêş e mîna pêla  xwestekên har e , û mêjî bê hevdilî û rageha wijdanî pira ezezîtiyekê ye bi mirov ve diçe berve tunekirina destkeftiyan , û alavên kiryara tevgerî a ku mirovê çêker afirandibû, şaristaniyên mirovî şîn kiribû, û hatibû naskirin bi rastiya civakî a jêderê xwe heyîna ku em jê ne, bi rêya dan û standinê ye û ewa pêşveçûnek e gewdehî  ji pergalê alavên hebûnê ne ta ku gîhabû pergalê xwe yê naskirî û bîngeha avabûnê ew hebûna karlêkir e bi pergalê xwe ve.
Zanyar ew mêrên meydanên cuda ne, û xwesteka wan ku hêza giyan bi berdewamiya hiş û laş ve bê qemitandin di afirandina kiryarê dezgehî de yê kiryarê serkeftî tîne, û bi rêya sûdwergirtinê ji rêbaza bizaftinî û zayanvanî  yên li ser vac  û çalakirina wê cîgir dibin.
Naxwe zanyar: ew mirovê ê bi dîtina xwe  ji kesayetkirin û têgehên teng û dorpêçkirî di parçeyên pirsgirêkan de  pêşketî ye , û binemayên wî ji yekbûna hebûn û pêwîstîbûna parastina wê dibişkive, bi rêya belavkirina felsefa evîn û guhertinê, û guhartina mirovan ta bibin nîşanên zanyarî bi rêya têkbirina nezanîkirina xelkê, bi avakirina Konfedresiyonan yên , partî,rêxistin , komele û saziyên civaka sivîl li xwe digrin, û jêbirina cudahiya keleman di navbera gelan de ji bo gîhiştina ji komên zanyarî  taku bîngehek î saxlem ji sîstema zanîna mirovî re saz bikin .
Ji ber vê yekê girîngî û pêwîstiya damezrandina hêzek e leşgerî heye dewletan li xwe digre yên ku terorê pêknaynin  ta bibin mertalek î bi hêz li hember teror û tundiyê ,destkeftiyên mirovê hişmend ji neman û têkçûnê biparêze , û tekoşînkirina rêxistinên terorîst bi heman rengên xwe, berhinde artêşa zanyarî dixebite bi hêzên xwe yên pisporî û teknolojî li ser têkbirina sazîkerê mirinê û bergiriyê ji mafê mirovan û belavkirina aştiya cîhanî.
Artêşa zanyarî ew birca spêrkar e  û serkeftinek e ji mirov re ye, yê rastî binpêkirin, birçîbûn û dorpêçkirinê  li gelek deveran tê, û parastina zarokbûnê ji ber ewa bedewtirîn tişt e li hebûnê,  û saziyên yên beşdarbûyînê di çêkirina biryarê hildigrin beranberî wê pêdiviya xwe bi agehek e zanyarî û bedewî heye ji bo rêvebirina jiyanê û ev yeka geregiya xwe bi kanîbûna bargirtina berpirsyariyê heye a ku dikare kanîbûnên xwe yên ne normal  piştrast bike, ji bo peywendiya rewiştî û pêkanîna hostetiyên dawîn ji komkirina zanyariyan yên alîkariya me dikin ji bo rastkirina kêşeyan, û qedandina wan bi rêya danîna çare û berdêlan.
Û baweriyên bîrdozkirî li pêş afirandinên nû kelem in , û zanyarîbûnî nûtir û bi hêztir e ji zanistdariya sexte  yên li binên wêranbûyîn û bê regeziyê de bîrovebûyî mabûn, û zanyar di kiryar û dîtinê xwe de aşkere dikin ku ew riwê sipîtirîn in ji berdewamiya ramanên jîr , û rastî di reseniya xwe de berdewam nûbûyî ye bi hebûnê ve yekgirtiye, û encamê rastiyê bi zanînê tê naskirin, û zorenga rastîn ewa di vekolîna gotûbêjên jiyanê ye û zanîna her tiştê ku tê li ser  lêkolînkirin bin rehniya lêkolîna zanistî a ku naveroka heyînê aşkere dike, û diyarkirina jêderên vîna a ku zanyar distîn e ta ku ramanan sererast bike nifşek dû nifşekî, û pere destikek e di destê zanyar  de û jêre nabe kole, ji ber ku wê di avakirina bedewbûnê de anîber dike, û hişyariya zanîbûyînê bê guman li rê de ye, li dergehên şaristaniyê dixe yên vedibin ji bo mizgîndana bi rizgarbûna cîhanê ji qonaxên sitemkarî û koletiya ji pere re, û zanîn ew armanca bilindirîn e a ku bi mirov bilind dibe ta nekeve di binê riswabûn û girtîbûnê de, ji ber ku herdûka xirab in, ewa berketina bedewbûna berzbûyî di zimanan de ye yên dibûn destpêka vekolîna danesînên evînê di nav gelan de, û diyarkirina wan ji maf, erk û azadiyê re, û rizgarîbûn ji dîlgirtina demborîna sert  erkek î zanyarî ye , û azadî ji bo têgihiştina hebûn û qestkirina bedewiya wê ewa hewildanek e ji bo rabûnê bi şaristaniya hişmend ve.
Naxwe evîn, hebûn û zanîn encama rizgarbûnê ye ji gelek têgehên dijminkar û teng , û wateya hebûnê timî hebûna evînê, hebûna zemînê, hebûna xwedê û bi rêya van berpalkan seyrana mirovê hişmend li bajarên zanînê destpê kir  , û eger aloziyên gelan di nebaşiya rêvebirinê û gendeliya bijardeyan de dorpêç bibin lê  zanyarîbûn vexwendinek e ji bo damezrandina bijardeyên şarezakar  ji bo rawestandina ev aloziya lerifandî, û hatinên yên di hebûna bedew de pêdiviyek e  xurt e divê ji vînên zanyar û beşdarîbûyî ve bi dadmendiyê bawer bibe  wek bingehek î ji bo gerentiya mafan,  ên ew jî mercên sereke ne ji bo guhertina demukratîk .
Û pirjimarî bîngeha cûrebûnê ye  û tiştekî ji pêrewiya bi xubînîkirinê çavkar ve nebaştir nîne bi guhertina mîrên cengê û çeteyên wêrankirinê ji hêzên desthilatdar hurmetê nadin e çi binema an yaseyê , tenê jêre girîng in  di fermandariya xwe de serdest bin û malgirtin û kedxwariya hatinan bikin bi berdewambûna  pêşkêşkirina qurbaniyan  ji laşên zanyaran ên qurbankar  ji bona tevahiya hebûnê, ji ber ku desthilatdar bi kiryarê xwe yên çetîtî mezintirîn emraz ji serkotkirinê di dîrokê de  berz kirin, û bi dadgehên sûraxkirinê li hemî deverên heyînê hatibûn e diyarkirin , di dema zanyaran her timî dibûn e beranên qurbaniyê ji bo pêşveçûna gelan û afirandina geşepêdanê di pêvajoka wê ji bo xweşî û pêşveçûnê .
Bergê zanyarî ew berga balatirîn e ji bo dûbarekirina samanên heyînî ji nişteciyên wê re bi têkbirina hişmendiya malgirtin û jihevxistinê , û ev bi rêya saxkirina rêveberiyên zanyarî pirjimarî destpê dibe , û li ser hevparîbûn û lidûheviyê hatibe damezrandin, taku bijardeyên gendel negihin, û ji vir  em dikarin bînin ziman ku rabûna bijardeyên tundirew a olî yên ku hinek dewletên mezin piştgiriya wêna dikirin li cîhana Erebî dewsa siyaseta piştgiriya xwe yên berê ji xuseriyên wêna re ewa mîna belavkirina nezanî û tundiyê ye li ser wê , ta civak ji paşverotiyek ta paşveçûnekê ve bêne veguhêztin, û ev yeka dibe ziyanbexşiyek e giştî li ser tevahî cîhanê .
Û metirsî gefê xwe li ser hebûnê teva ye, û herwiha rabûna vîna gelêrî a zanyar rodana terorê kêmtir dike , taku ji derveyî giroveriya zorenga pêşî  dernekeve û belav nebe û li deverên din ji cîhanê newin veguhêztin .
Û serdariya cîgirbûyî di sîstemên fermandariyê de bi encamê bihevketin û tundîkirinê li sertî û desteserkirinê û girtina dev cîhanê birêvebiribû ji zêdetir ji girtinheviyan ên ku gelek pêvejoya gelan dereng xistibû û jêre dibû kelem ta bigha nimûna cîhana sivîlbûyî a ku zanîn, avabûn û bîraweriya aştiyan e xuyanîkiribû, û ev yeka bi heman rewşê xweşiyek e herdemî diafirîne.
Dûbare berhemkirina hişmendiya serdar ji kêşeyekê dertê bi pêmabûna hişmendiyek e bêcan naye mezinkirin, ji ber ku ji ageha zanyarî dûr e û ev bi xwe hinirek e hestiyarî navenda wê hezkirin e berhem dide û ramana zanyarî  têgehên yên jîniya ramanê çalak û afrêner kelepçekirî dike jêdibe, û siyaset li cem zanyar piştmêrencamgirtin, raman û xwazeyên wê ne, û ne bervajî.
Nexwe zanîn a ew zanista kargêrîkirina evîn e  û ew yê ku em wêna binav dikin parastina rewişta xuristî ango vegera li sirûştê ye.
Û  nebaştirîn tiştê ku kiryarê ramanî a nûjen bicî kir ku ew şîrova evîn biçûk û qelstir kir , ta hîştibû tenê huş û sewda be  di henas de wek hez be, lêbelê evîn nûnertiya tevger û têgerînê li hebûn dike, û em ligel wê têgerîn û bandor dibin, û ev pêvajoyana evîn saz dikin, û ev yeka dihêle mirov  hez bike biafirîne û  nas û pirs bike, û evîn yekem dergehên zanebûnê ye dema felsefa mirovî ronî da bi nivîsekê li ser deriyê yek perestgehan li Esîna  : ( Ey mirov xwe nas bike) .
Û evîn diyar bû bi rêya zanebûn, guhertin ,vebûn û pêşveçûnê, û bi encama ketina me di xefkê çêbûyîyan û tijîkirina sixbûyî û têkalîna  li dor dûbarkirina ramanan û danîna pîrozkirinê li ser wêna û ev yeka hîşt ku em berve bêcanî,kevirbûn û parisvanî û girtinê biçin, û ev  deroniya afrêner û çêja wî têkbir, û herwiha rêber û dilgermiya wî, û siyasetvan û dîtina wê, û afrêner birêve biribû li xwebînîbûnê ji bo ku lawaziya xwe  berdewam bike, bi beza li pey leylankirina hênikên vala ji bijardeyên gelan bi rêya pêşkêşkirina wê ji pesin, û sloganên pûç, tiştê ku hîşt pêvajoya ramanyar sersima bibe, û wî hîştibû di rewşa sernugûnkirin , pozbilindî,sitemkarî  de bijî , û hestbûna bi xwedanbûna takekesî a diyar dibe bi dîmenek e xuyanî di ricîmên fermandariya gelemper de, û hundirê rêveberiyên partiyên radîkal , û encamên bobelatên wêna  bêhtir   di çaxê herdû cengên cîhanî de diyar dibe bi hilweşîna yekîtiya Sofiyêt û bi dawî hewildanên roxandina milhûriyên cîhana Erebî di pêla buhara Erebî de.
Pirojeya zanyarî ne ji vînek e derveyî tê sepandin taku bikeve di berjewendiya hêzên mezintirîn yên ku di warê siyasî û aborî de serdest in bin dirûşmên azadiyan û guhertina demukratîk lê ev piroje ji pêkhata şaristaniya rewşenbîrî yên di destê gelan de destpê dibe, bi çend taybetmendiyên cihêbûnî vîna zanyarî a saxlem li cem gelan berz dike , bi parastina taybetmendiyên xwe bi zanînê û parastina hebûna welêt , û hezkirina xuristî a ku stona xwe zanebûn e ji bo sermediya hebûna bedew û lihevhatî.
Û civak li gor ezmûn û serpêhatiyên wêna dikarin zenebûyînê belav bikin dema bi pêkhatên xwe yên rewşenbîr radibin, ji bo sazkirina bîngeha xuristî ji rabûna saziyan û bi vî awayî hemî takesên xwe yên karker dibin e hêzên zanyarî berhemdar bi  erk û mafên xwe li ser hemî ast û derbaran yeksan dibin.
Pirojeya zanînî ji aliyê hêzên mezintirîn û serdest naya sepa kirin,  wê  wisa bibe pirojeyek î waranbûyî li ser nedadî û serdestbûna li mêjî bê cîgirkirin û ev jî rê dide malgirtina hatinan, lê zanebûn kilîta wê bawerî bi guhertinê ye pêşî, û dehfdana wê mîna binemayek e kirdeyî, serdariya nirxên takekesî yên teng sînordar dike, ji ber ew nirxên teng li pêş azadiya xuristî û dadmendiyê  dibûn e kelem ,û hatibûn e  naskirin bi lîbraliya kevinşopî  yê  serdestkirin û kedxwariyê cîgir kiribû  , bidestxistina hatinên gel û gertentiya nezanîkirina wana ji bo di aloziyên bidûhevdû bimînin dorpêçkirî.

Zanyar hebûn welatek î giştî ji xwe re  dibînin, û hebûn ne tenê erdnîgariyek e sînordar e bi sînorên nîgarkirî bi sedema ceng û hevpeymanên dîrokî û bûyerên talankirin û serdestkirinê li ser navendên sitratîcîk de, lê ew hebûn a bedewbûn, vejînbûn û geşepêdanê hembêz dike, û di felsefa a ku evîn û zanînê armanc dike  û ji yekîtiya kiryarê ramanî bi kiryarê kirdeyî ve destpê dike, û ew raperînek e li ser têgehên erdnîgarî a cîgirbûyî û diyarkirinek e ji nirxên yekbûna hebûn û zanebûna sade ye,  û ew mêjiyek e giştî û pêşverû ye ji mirovatiya saxlem re,başiya ramandinê  binyad dike û ev yeka mirov birêve dibe li armanc, pêkanîn , jêbirina dûrkirinê,desthilatdariya tam û nezanîkirinê  ên bêcaniya raman û  reşpêşkirina rewşenbîrî peyda kiribûn.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.

آخر المواضيع