Kurd û bara

نص باللغة الكوردية
Kurd û bara
Hesen Xalid

 

Di salên ku asîman pişta xwe dide mirovan , peşkên kêm ya jê bê peşk ,
dibe gazî û lav da dilovaniya banî li kesê li xwarê bibare…
Her miletek ya jê netewek hin riftaran bi şêweyê lîstokan dirabin da ku
baran bibare û dexl û dan û dar û ber û balinde û firinde jê têr bibin…
Gelê kurd jî ne dûrî vê ekranê ye, li rexê me “Aliyan” hin rûdanê wisa
hebûn û di salên ziwa de rû didan bihtir sê buyer xuyanîtir bûn…
1- “Bûka baranê” zarokên gund bûkek ji dar û qepalan çêdikirin û bibanî ve
hildidan û diçun li dergehan dixistin mal mal bi mal û bi şêweyê stiranê
digotin :
bûka me baran divê ..
sofiyê me zika divê..
golkê me geye divê…
me bi xwe genmê sor divê …
Kepaniya malê derdiket ew pêşwazî dikirin û hin tiştên ji malê di xistne
tûrikên wan li gorî cûreyê dexl û dan / genim – nehk- ceh şekronek û
çiqulat – pere …/
Hin kebaniya av bi zarokan de û bi bûka baranê de hildiweşand û hineka av
li pêşiya wan direşand ew gelek çaran bi zêwê ve girêdayî bû wate : piştî
gerê gundiyan xwarna zêwê derdixistin devereke navdar…
2 -” zêw “
di salên ziwa de “kêm baran” gundiya li hev dikirin ku zêwê çêkin di rojeke
navdarde “xuya de” bihtir ew roja pêncşeman bû ..
di wê rojê de her malbatekê ji malbatên gund xwarineke xweş çê dikir
(betrî xwe ( birinc ya jê savar ) û goşt bû ) ya jê merge jî bû , berî roj
biçe ava her malbat , xatûna ku çêkirî tênê kolaneke fereh û navdar li gund
û zarokê gund tev têne ser xwarinê dirûnin û xort û mezin li berdestê wane
û tev du3a dikin ji xwedayê banî ku baran bibare de dexl û dan şîn bibin…
3 – “talanî” ev lîsti wisa pêk dihat : jin û qîzên gund êrîşî keriyekî pezê
gundekî di rex gundê wan de û şivan ya jê gavan girê didan û kerî ya jê
garanê çêleka talan dikirin û traîne gund û xwediyê pez – çêlek an dihatin
şivan vedikirin û bi dar û doqikan êrîşî gund dikirin da talanê xwe
vegerînin û piştî şerekî zor çi serketî û çi şikandî , keriyê xwe ya jê
garanê xwe bi xwe re dibin gund û ew lîstik dibe çîroka her kesî di her du
gundan de û ji xweda yê banî barîna baranê bi dilekî şewat dixwazin
( Têbînî ) tê bîra min ku jin û keç weke êrîşekê li mala mezinê gund
dikirin û diçûn derpiyê ( jina mezinê gund ) jê dikirin derdoraû bênderan û
bi darekî ve hildidan û digeran û digotin :
ya rebî baran werê…

derpiyê …. li ber herê

Hesen Xalid

Hesen XalidKurd û baraصحيفة فكر
Comments (0)
Add Comment