Kurd tîne bîra xwe

254
Kurd tîne bîra xwe
Mehmûd Derwêş
wergirandin ji Erebî : Rêber Hebûn

Kurd siberoja xwe tîne bîra xwe dema ez serdana wî dikim
û wî bi bermailkê tozê dûr dike
dûr ji min biçe
ji ber ku çiya ew çiyan e
û Vodka vedixwe ta nîgaş bide alîkî
ez di ne rastî guhêzê de rêwiyekim
û qulinga teres birayên minên sersam in
û ji ser nasnameyê xwe sihan dadiweşîne
nasnama min zimanê min e
ez û ez
ez zimanê xwe me
ez di zimanê xwe de penaber im
û dilê min pîzota kurd e li ser çiyayên wî yên şîn de
Nîqosiya kenar in di helbestê wî de
wek e her bajarek e din
li ser duçerxek ê aliyan rahijt
û got ezê niştecî bim li derê ku aliya dawî min deyne
wisa valabûnê hilbijart û raza
xewina tiştekî nekir ji dema ku pîrhewî ketin peyvên wî
ji ber ku xewindar diho pîroz dikin
an dergevanê siberoja zêrîn bertîl dikin
siberoja min nîne
an diho
bîstek hola min e sipî ye
mala wî pak e mîna çavê dîkê
jibîrbûyî ye
mîna kona serwerê komê
yên mîna pêrê belavbûn e
mokêtek î ji hiriya qurmiçî
ferhengek î hatiya xwrin
pirtûkên bi lez hatibûn e bergekirin
balgehên bi derziyên pêkarê qehwexaneyê hatibûn e nemoşkirin
kêrên birrek ji bo serjêkirina balinde û berêz
vîdiyoyekê ji bo bêbendan
gurzên ji strihên ji rewanbêjiyê re tayhevbûyî
belkonek e ji bidestgirtinê re vekirî ye
a li vir
Tirk û Yonanî rolên sixêfan bi hevdiguhêrînin
ev demkêşa min e
û demkêşa leşgerên şiyar li ser sînora henekek e reş.
Ev ne rêwî ye ew rêwî wek tê lihevkirin
bakûr ew başûr e
rojhilat rojava ye di rewrewkê de
û buxçik ji bê re nîne
û ji tozê re çi erk nîne
wekî ku bîrêkirina xwe ji bilî xwe re vedişêre
ji ber vê nastre
nastre dema siha wî derbasî dara Ekasiya dibe
an pora wî ya baranek î sivik şil dike
lêbelê xwe li ber gur digerîne
û jê daxwza pevketinê dike

were lawê kuçik em li dahola vê şevê lêdin
ta em miriyan şiyar bikin
ji ber ku kurd nêzî agirê rastiyê dibin
û piştre mîna perwîna helbestvanan têne sotin
dizanê çi ji wateyan dixwaze
hemî vala ne
û ji peyvan re xopiya xwe hene
ji bo dijwateyên xwe vala nêçîr bike
keçkaniya peyvan dibê
û keçik ji ferhenga xwe re vedigerîne
û hespa elfebayê mîna berxikan
ji xapandina xwe re
bi rêve dibe
û rovê zimên kur dike:
min tola xwe ji nediyarbûnê hilanî
min kir tiştê ku mij bi birayên min kir
û min dilê xwe mîna nêçîrî biraşt
ezê mîna dixwazim nebim
û ez ê ji erdê bêhtir an kêmtir ji helbestê hez nekim
ji kurd re ji bilî bê ve nîne
xwe di wî de niştecî dike
û xwe di wê de niştecî dike
wê wî efyûnkêş dike
û ew wê efyûkêş dike
ta ku ji navdêrên erd û tiştan rizgar bibe
bi nenasiyê re ropart dibû
kurê minî azado
ey beranê talîzoka sermedî
ger te bavê xwe sêdarkirî dît
wî ji werîsê ezmên danexe
û wî bi sirûda xwe yê şivantî kefen neke
wî binax neke lawê min
ji ber ku ba
şîreta kurd ji kurd re ye di penaberiya xwe de kurê min
û sîper li dor min û te li Enedaola fereh de gelek in
cendeka min nepenî ye
nîşanî ye
herwe bibe li çarenosên wê
û ezmana xwe ya yekem bixirxirîne
ji ferhenga xwe yê afsûnî re
û ji daxa hêviya birîndar şiyar be
ji ber ku ew dirindeyek î efsanî ye
û tu niha
tu niha azadî kurê xwe yo
ji bavê xwe
û ji xezeba navan ve azad î
bi zimên tu li ser nasnamê bi serketî
min ji kurd re got
bi zimên te tola xwe ji nediyarbûnê ve hilanî
û got:
ezê neçim e beristanê
û ne ez jî
û min li bayê nihêrî
êvar baş
êvar baş

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.

آخر المواضيع