Dema dînbûnek ê
Rêber Hebûn
Ji te re dinivîs im, darbestên bêdengiyê dixirxirînim , axîna newalê , pozbilindiya çiyê , bi hemî tîpên yên bi xurtî û matmayîbûn li ser cadeyên êşa dîrokî de rêzî hevdû dibin.
Bi bêdengî hayhoyên poşmankaran ji evînê xêz dikin, û piştî şikênandina qajoya poşmaniya repal ,lê vedigerin, ji ahînên xwe re ritmên yên bi xemgîniyê lihevhatî pêkînan dikim, ta berz be, li pêş ciwaniya giriyê te de bala bibe.
Xewinên min bi giyanê te re bi hev ve ne, li gel wê her dem hevgirtî dibin, sîmfoniya xwe li ser vedenga gengeşeya xewinên binpêbûyî stran dike, ba keziyên porê te hembêz dike, hevjiyanî bi xemxwariya xwe ya veguhêz , di me de dijî.
Ez hewil didim bibim bilbilek î, çîkvedana xwe ji dengê te distîne, bi evîna te dîn dibe, berve te bi xemxwarî xwe ditewîne, giyanê xwe di giyanê te de diçîne, bi ritmên bihinberdana te dîn dibe, dilşikestinên awaza xwe ji dengê te werdigre, balinde li ser te bi min re diaxivin, nûçeyên te ji min re bûkînan dikin, li ser baniyên xaniyan , û darên bilind de difirin , qermît xwe li dor kulîlkên avahiyan de dizivîrin, awazên xwe yên dilşikestî min guhdarkirin didin, li ser min tenik dibin, ji bo ez hilmên xwe , di nameyên xwe de, xelatî wê bikim, ji ber ku ew pakrewanên evînê û azadîxwazên hebûnê ên rasteqîn e ne, evînê wek nameyek e nemir ji mirovahiya rengîn re hildigrin, û çelengên evînê pêtê di tariya henzekirya mirovî de zêde pêtîbûn û birûsk dikin.
xwe ji evînek e gewre re amade bike.
Di feleka qircirê de , wêranbûn li deverên qerebalixê de bi cih dibe, ez li cihek î besî azadiya me dike yarê digerim, çendîn peyvên min ji te hez dikin, çendîn xemên min germ in , hênik in , di deryayê evînê de avjeniyê dikin, bi çavbirçîbûna avê û harbûna nediyariyê, bi bîrêkirin di tênosa bendemanê de nîgar dikim, tenaziya xwe bi bêzariyê dikim ,tarî ne rojên koçberiyê, evîna me hema wê taliyê têxe di xefkê hêviyê de, yasmînê li ser sîngê te de guldayî dike, di germahiya hembêza te çêja nemiriya bedew e , ji hilma maçê germ rengek î ji ferehiya baranê ye , di bîbelanka pencereyên vediyar de li ser derbasgehên dûr.
Hestê me bi evînê , temenên me dirêj dike, hêviyê dike gustîlkek î di tiliyê me de , cihên rêyan û rawestgehên çolên reş ,ez derbas dikim,li ser kûrahiya xemgîniyên xwe de hildikşim ,bilindiyên wan hest dikim, li dîwarên wan diterpilim, li paş wan ez hêsirên xwe dihêlim, dema bi tirs li pêş afsûna bîrêkirinên min, mîna miriyên bi avê tevdayî belav dibin.
Bihinvedana bêhndana xwe derbas dikim, hewil didim bi aliyê çûn û hatina te , te tevî mirin û nediyariyê hembêz bikim, wêneya te ya bedew , li ser ropela ewr de nîgar dikim, ava evînê wek baranê li ser darên zeytûn û mêwa de dirje.
Sorgula min , te bi xunavê min av da, awazên kaniyan te bi min vexwarin da, dema zelal , di sêwirê min de sema dikirin.
Min di hebûna te de laşên bîrnên xwe wek berfa li ser lutkeyek e bilind de belav kir, pistepistên te bi min re ,li çol û buxçeyan de dibin hogir, ji henasê min ve wek pirs û metirsî derdikeve.
Tu hilma a pîsbûnê di feleka min e genî de, tewanbar dike, kirêtiya tiştan dadgeh dike, beybûn me di katê hembêzkirinê de dipêçe, qerenfîla çiyayî , xewinên me gur dike, çendîn bi lez li ser lêvên te de zêde dibin, dema ez pîçiyên te yên nerm digrim , ji wan germbûna çi kesê ku di nîvê berfê de dijî , distînim.
Ewr xemxwariyên me çavdêr dike, zengilên bazinê di zendê destên te de lêdide, tevî gurbûna zêr di te de bi dilşadî, lê ez zendê te bihin dikim, maçek î li ser lepê te de pencemor dikim, li parçeyên laşê te de ez belav dibim, fedîbûna deryayê radimûsim , dema bi te metirsîdar dibe, hingiva xemxwariyê bi tenê xwe dalêsim, dema ez pê re bi tenê ,di aliyek e goşegîrî, zerbûyî de ,ji vê cîhana qîrkirî, dimînim,
Di hebûnek e lal de , awaz têde têkçû û bi wêraniyê têrbûyî bû , bilbilan têde hatin dûrxistin, bi pêşwazîkirina balafiran desliba kir.
Te berve sîngê xwe dibim, te radikim li ezmên , li cem kûrahiyên te yên şilbûyî wek awaza vedengê û stranek e ranaweste bazdidim.
Li bendê hatina te rûdinim , li ber maseya dîdariyê de bêzar dibim, guh didim ,dengê kaniyan , bilbilên yên ji asoyên çavên te koç kirin e dibhîsim .
Mîna rewrewkek î berve sihan bar dikim, di ken û kûrtên êşê de mişext dibim, xemxwarî li ser riwên min de wek sirûdek baran û keskesorê belav dibe, benên ewr li ser çoxê min e şîn de dibarin, hemî kulîlkên sor ji bona me çêdibin, ta hêsirên xunavê dakevin xwarê, ji ber ev xemgînî dirêj e , û ev zerbûn di bîrê me de û rêyên wê yên bi tunebûnê cîteng bûn e dimeş e .
Zayîn me xwedî dike, û eynikên pak yên bi ser me de, ji lêvên ezmên ve dibarin ,haj me hene, strana min e dilşikestî tu yî , û rojbûnek î tu ji hêviyên gelan di azadiyê û jêbirina zorê.
Tu desmala min e rengîn î ,yê ez pê enî û hêsirên xwe dadimalim ,ev peldeng û hilm û goma rakêşer min bi nazdariya xwe hembêz dike, nuxumên germ me vexwendî dikin, ta ku em bi rêya wê , hevdû hembêz bikin, çarçevên sipî me bi hembêzkirink e dilşikestî , bi herikên me zebend dibin.
Hilma te digihe rehjenên min in giran, keziyên porê te , mîna gîtara a bi dirêjî êvarê ez pê stranan saz dikim, ji min re li ser nûçeyên bayê zelal bibêje, ma tu dikarî bi tiliyên xwe wî biparêzî, ew mîna asîmanê, gemarî bûye, di asîmanek e vedeng hilma te hilnagre.
Gêncîniya şanaziyê ji memikên xwe li kûtarên çiyayan de berde, wek qurşînek e afsûn , sermayê herdem binçav dike, nameyên min belav dibin, li deryayên pêlên te de niqom dibin, wek sirûdek e winda, mîna yasmîna sipî li ser nivîna te , û kurtika xewê a sipî de ditebitin.
Xulekek e tenê ji hembêzkirina me ji hevdû re, dikare çirûskek e gurbûyî di deryaya xemgîniyên me de pêkbîne.
De bila tîrêja te mîna rokê , di çavên min de derbas bibin, de bibe heyvek e ,mîzgîniyê ji awirên min re bûkînana dike, de mîna baranê li dilê min ê yê di tariyê de fetisî bibare.
Ev cîhana evînê bi tijebûna ferehiya xemgîniyê û çelengiya bedewbûnê dilive, di nav de gulistanên dewlemend hene, avweşînkên lehîbûyî li her goşeyek î ji goşeyên wê de radibe, rehniyên xwe li kêlek me de datîne, min dihêle ku ez bi temamî şadiya xwe li pêş te de rawestînim , heta ku her gulek ê êdî xwezî bike ku ez wê çinî bikim, ta ku bidim te, li her bajarên evînê, nîgaşa giyana niqombûyî di lehiyê bîrêkirinê de diçe, çirûsîna xwe mest dibe, ritmên xwe ji stranan werdigre, bi sirûda dilê te re dimeşe, li kêliyên ku dikarin germahiyê û aramiyê di me de ji nû ve vejîn bikin dinêrin, di ritmek e dilşikestî de , bi şanazî ,di asoyên çavên te de avjeniyê dike, min di şevbuhêrkên dudiliyê de dibe, nîşanên rehniya xemilî ,li bajaran de dûr dike, lê belê dêma te, bi aramiya gund berdewam berz dibe, hilmên çiyê û rehjena wî ji sêwirê min re dişîne, qircirên bajaran , cîtengiyên wan û endîzên cixareyên westiyayî di xalîdankên xweliyê de wê neguhertin.
Bi evîna me ya kûr , me detnîşankirinên dema demsalan guhêrand , zivistan bû kolkek bi berfê pêçayî ,me li dor agirdana qirşan de dicivîne, di dema ku havîn dibû danek tije ji şevnişîniya nediyar, ji kûrahiyên me du stêrk çinî dike, deryayek e niqombûye , bi pêlên xwe dudil bûye, dêmên perwînan ji hinavê xwe derdixîne.
me zaboqên bê, mîna du firişteyan derbas kirin, û payîz tê ku li pêş me derbas bibe, bi me diponije, reftarên evîna me li xwe dike, mest dibe, ta bibe gewahbînek li ser peymana evînê yê me pê hebûnê brûsk kir, ta em bibin berve rojbendên demsalan , demsala viyanek e nemir.
Li deryayên hevgariyê , ez eniya xwe ya xwînçûyî bêdeng pêş te radikim, bi tiştê ku hêsir di riwê te de hîştî diramim, bi tabloyên êşa dirêj diponijim, tiliyên destê te digrim, termên dilê xwe bi rêya sekinandina xwe ya dawî li pêş te hembêz dikim, sirûştê dîqet dikim, hilmên te bi kulîlkan tevderbas dibin, bîna şengebiya şil bi baranê çêja bêhndana te ye westiyayî ye, heta ez ew solav dibînim, ku çavên te ji xwe re kir e navgehek , û li pêş deryayê ez te dibînim, te xwe bi pêlên wê mîna şûnekê pêçandiye, deryaya şîn bûye ji te re nivînek , beybûn û gelî bûn e tiştek ji min û te , çavên te, ji derveyî hemî talîzokan awir bi min vedidin, rehniyên girnijîna te li her cihên ronahî û tariyê, dûr û nêzik, bi dû min dikevin, min ji binî xemê û nalînê ta xelekek e din ji xelekên azadî û ramanbûnê derdixînin, hemî keserên stêrkan ji bona te dicivînim, dabeşên xêzên şîn , yê kirasê te , di asoya tariyî de nîgar kiribû difirim, di dema ku ez bi cudabûyîna ezmên diramim , bi meraqa stranê hest dibim, çendîn ji weşîna baranê niha hez dikim, birîna min şerpîn e ,mîna weşîna wî xweş e, li zengilên rêwîbûn û dîdariyê didim, henas û hêsir û hizran bi qasî dikarim amade dikim, bi tenê xwe dimeşim, helwestên watebûnê dibîrtînim, her ku baran dibare , ez ahînên asoyê û laleyên xwe yên nexweş bi hev didim, li dor girnijîna te de , di kata seyrangeha aram de belav dibim, bi kûrahiya felekê , biskên te yên şahberûyî , pênosên lêvên te û cizdanê te diramim, eynika te yî biçûk di goşeyek î de ji vê pencereya ya ku şewqa xwe ji dûr ve dide pencereya min, xwe bi cih dike.
Pêdiviya me bi ewlehî û aramiyê bê sînor e, li ser min êrîşê deriyên sîberê bike, di min de derîkên tariya hov bigre, min ji xemgîniyên min in hînbûyî rût bike, bîranînê û deriyên wê yên deherok , di min de êrîş bike.
Rojan di min de birêsîne, ez naxwazim di navbera min û te de tiştek bibe kelem, di min de êrîşî balefirgehên rêwîbûnê bike, çenteyan binpê bike, wani dûr bavêje , min dûr ji benderên gemiyan û cihên cengê veşêre, hez dikim bi destdanek evîn , desthejandinekê û maçekê ji lêvan , deryayê bidestbixim .
Ji zengelorê min e westiyayî çi maye ji deng bibe, û ji dilê min rehjenê raje, wê tu bimînî eynika barana ya roçûna rokê li ser asoya virmor de berevajî dike, ji min re di nav ezmên de hinek ewr û peyv in, û ji min re li ser rêyan de , karwanên xemgîniyên ên nayên hijmartin , sozên hevdîtina evîna me ,yên di bin pelên payizê zer de me dabûn hevdû, nediyar bûn e, evîna me cihê biryardana balindeyên koçber e , ku bendên xwe bişkînin , û ji penaberiyên xwe, li hêlînên xwe vegerin, evîna me berdevka vîna bilbilan e , ku azadiya xwe di hundirê rekehên xwe de çêbikin, ne tu yî yê mîna rokê diçî ava , û ji kenara şevê wek heyvê diçî, û ne tu yî, yê ji hilmê mîna gangilokê valayî, lê di zinadên te de têr dike ku buhar nemir bibe, serma û germahiyê bi hevdû re hembêz bike.
Ey çûk , vê carê bi vegerê li min biramin , ezê bi rêya name û tîpên xwe, pirsgirêka mişextiyê li bajarên qircirê de ,yên bi xembarî êrîşê me dike ji te re bibêjim, ezê ji nû ve avahiya evînê ya ku felekek du felekekê wêran dibe dûrbare ava bikim, ji van peyvan re li ser koçberiya xwe gazind bêjim, û tenê ezê rondikên xwe biçirînim , û xwe bi şorbûna wê bişom, û henasa xwe li pêş te bikim, ta ku tu bi êşê mest bibî ,piştî hemî evîn , ji bilî êşê çare nîne .
Dilê min rehjenê xwe di nav van deveran de vedişêre, bang li stêrk û balindeyên penaberbûyî di nav ewran de dike , û bê rêberîkirin ez diçim ,cem wan perwînên sipî, bi buxçeyan re dipeyivim, xwe ji şaxên yasmînê re ditewînim, çawa te ji fermiskan re , di kêliyekê de demsalek baran çêkir?!!, û te di nav helbestên min de, gomek av çêkir , bîçimên te pasvaniya min dikin, ezê çawa bê te xewin bikim, ezê çawa te ji nû ve dubare ,di bîrê xwe de nîgar bikim, bê ku tu nêzik min bibî, bê ku şopên te di dema rêveçûnê de, hogirê min bin.
Ji min re ye ,dilê te yê gêj hertim, barnek e mîna tîpên min in yên ji qeraxên bîranînê derçûn, ji ber tu ne bi tenê ,ya xemê şevê û çûyîna dawiya rojê di bîra xwe tînî , êdî ez ji hêsirên te ditirsim, dema li ser riwê te dimeşin.
Li te di nav ketina baranê , li sernameyên payîzê û robarên wê yên reş digerim , li pey bihna te dikevim, di dema ku li ser rêyên celb û cenaqê de dimeşim, dema ez gulbeybûnkên şil bi xunav û baranê hembêz dikim, çawa tîrêjên xwe yên binefşî dirêj dikin, ta ji feratê bikin çemek e bi seyr, ez êdî bêhtir bawer dibim ku çavên te ew welatê ku têde evîn di nav de penageyek tenê, ji xwe re dibîne, welatek î têde sîxor û nûçedar me nikarin çevnêrî bikin.
Ez bîriya dîtina te dikim, fîncana qehweya min dizane çendîn ez bêriya hembêzkirina te dikim, û zîzbû, metirsiyên min li ser şelwera min de nîgar kir û rijiya , ji bona me , zivistan baranê li ser buxçeyên ku hevdîtinên me oxir ji wan nexwastibû bariya, pistepistên me wan zêde kesktir û rengtir kiribûn .
Em ligel baranê ne , bi hevdû re, di katê şevbûriyê de , mîna dînên êvarê maç ji hevdû werdigrin, bi te re bêdengî û ramanbûnê parve dikim, min te demsalek evîn bi xunavê şilbûyî , daristanek gul û tirî dîtibû, li ser lêvên te de, ez keskesorê bi maçek e xemgîn xêz dikim, dedrên evîndaran li deverên genî de wedigerînim, bêdengiya te ya dirêj û bihinxweş û nediyar di tariya şevê de min gur dikin, lerzên te di nav deriyên girtî de di min de derbas dibin , kî ji bilî te dikare volkanên giyanê biteqîne, ez heta mirinê bêriya te dikim, ta dengê te bibhîsim, cîhana tarî û nediyar dihejîne, min qet ji hewildanên xwe ku dêmê te li ser dîwarên malê de nîgar bikim bêzar nebûm e, de xemgîniya min li goşeyên odeya xwe de bixwîne, xwe radestî qêrîna evînê di laşên me yên agirî bike, min wek awazek e kehr bispêre rehjenên xwe, dilê min xwezî kir , di mirinek ê de, ku bibe perwînek li ser keziyên te de, derzîkek e şîn , di kirasê te yê ezmanî û taq de, tîtikekê, xwe li dor noqê te dipêçe, di hizrê min de tu mîna sirûdek e dirêj î , di golê de mîna masîkek î biçûk pêl dibe.
Çema qereçî bi nermî di nav memikên te de û sîngê min de diçe, mîna eyazek ê xwe di nav gûşiyan de vedişêre , di nav dar û zincîrên zêrîn de , yên ronahiyê me bi wan dorpêç dike, ewrên sîngê te , di şîşeya hilmê a te , di cejina evînê de diyarî min kiribû rikeberiyê dike, wek awazek e kurdî di navbera Dicle û Feratê de derbas dibe, mîna keskesrorekê di nav Efrîn û Kobanî de, wek pêteke agir û evîndar di nav Qamişlo û Amedê de gur dibe, wek stêrkek e sor di ezmanek e moranî bi cih dibe .
Tu rojbûnek î ji elfebaya azadiyê re, di cîhanên xeyd û koletiyê .
Tu dawiya peyvan î , dawiya rehjenan î , dawiya girnijînek ê yî, ku bi rêya wê ez jiyana valahiyê oxir dikim.
Xoştiviya min , dilê min lêvên te yên tenik hembêz dike, dema tu fîncanek qehweya bê şekir vedixwî.
Bi şîrînî û hingivî mest dibe, di dema ku hilma te ,di demên ronîbûyî de avjeniyê dike, zinar şoreşê li ser sarbûnê , û kaş û kûşan de, di nav çiyayên zîv û dûr de radikin, ewrên yên di nav stêrkên xemsar de ,gelek bi hevdîtinê me geş dibin, xwe radestî dilê min bike , xwe radestî nalîna destên min bike, dema porê te tevdidin, ji nazikiya zendên min , dema te ji qerezê sermayê dipêçin, bayê yê ku te dikşîne, ez çarhêl digrim, ew zengza min e tenê ye, ma ez sax im bê te ?!!,
Bajarê min bêzar e , westiyayî ye , û mest e, pistepista xwînçûyîna min e berve jêrî azariyê min dixirxirîne, ez bi tenê taca pepûkiyê hildigrim, nanê bêbariya xwe dirajim, xwe li ber xêla evînê û darbesta xemxwariya bendewar de ditewînim, tevlî hev xwe ditewînim.
Di nav rêyên xwatirxwastinê mîna reşatiya mirinê dimeşim, wek firişteyek î şiyar di nav bapêşke giran de berz dibim, bi şopa tunebûnê didim, dû şopê tiştê wek bêçarebûnê di asîmanek e kevinar û rewrewk de dikevim , têde rehnî li zengelora min e windayî , di nav tariyê de digere.
Tu zîz î mîna rondikan î , dema tu henaseyên min bi aramî ji çavên min dihêvojî .
Ez û xemgîn î du cêwiyên evîndar in , bi barên xwe re ji derbasgehên şahiyê dimeşin, ta em ji nû ve girnijîn bibin, em du pirtûk in , li ser sehneya şanoyê ne, felekan gur dikin, ewr ji pencereyên me derbas dibin, ta herin ezmên û wê bixemilînin, çûkên razayî çîroka me, berî ku razin dibêjin, dîdariyên me dibe ku pêkwerin, mîna çi kêliyek e çavrê, wek ketina baranê di dawiya Nîsanê.
Li ku dengê te nediyar dibe, li bin amana stêrkan de ?!, an mîna gûşiya tirî xwe berdide jêr, reşiya şevê bi gewrbûna sîngê xwe jê bibe, li ser te dinivîsim, gotinên ku ji hemî tawanbariyên xwe derdikeve, gotinên ku naxwazin rûniştina bêdengiyê li ser kabên xwe , li ser çareyên şikestî dinivîsim, ji amanên kunkirên nehîbûyî yên ji çavên heyvê tên xwarê, bila mêyatiya buxçeyan û keçkaniya gulistanan dilya bibin, ji ber ku em du gul in li ser girê Meştenûrê.
Rehnî çîrokên evînê di nav çavên te yên evîndar de didize, ez hîn xewin dikim ku timî gupkirinên memikên te û dagirtbûnên wan, herikînên tengal û germahiya lêvên te hembêz bikim, di kêliya maçek e seknandî , xemgîniya agirdijwariyê dibêje, berz dibim ji te re ji rastê çema ku ji nav memikên te dertê , ta ku di malzaroka te de piştî herikînek e hêdî bicive, û bi dawî mîna solavek e hêsan di nav rehnên te de tê xwarê , ez ji paş çema pîroz dikevim hundir, di cem perestgehek ê kêlek ew solava hêsan, bi gêjbûnek ê hest dibim, min bi çokdan û mizdariyê hest dike,di nav bijangên te de mîna perwîna mizgîniyê berxew dibim, berve keziyên porê te yê şahberûyî yê derbasbûyî bajarên tariyê ez radibim.
Ez hewil didim li ser rêya evînê de biçim ,bê ku destê te ji bê re bihêlim , ta ku sar nebe û nelerize, em bi hevdû re dilerizin, bi evînê dihelim, nameyên baranê yên ji çox û bêhndanên me derbas dibin çinî dikim , yara min wê peyv bi te bijîn, wek destpêkek ê ji cîhanek e vala ji êşa mirovî, û zordariya diyareyan , ji cîhanek e rengîn bi rengên hestiyariyê û rûnermiya evînê û çelengiya giriyê.
ji hêsirên xwe tevnek î jiyanê dixemilîne , lê belê tu nikarî reftarên zivistanê û sarbûna rewşa wê biguhêrî, ji ber ku em tenê xewin dikin û dema em şiyar dibin, xewina xwe ya mezintirîn diafirînin ta bibe ji tunebûn û êşê re rikberê herî tek.
Çima di bajarê me de xewin dibin qeşa?!
Efsanên dapîran, me wêran dikin, me dikin merovên mûmyabûyî , em çarlepiya gewreyên sert li ser dikeyên zor û derdan de vedigerînin, ez bi keviran re dipeyivim, banga stêrkên serhildayî dikim, ta bi min re xwepêşandana evînê parve bike, wax ji vê siberojê, xemxwarî û perjengan dikşîne, hez dikim te têde ey goştyara ku reweştên xwe xelatî çivîk û çûkan dike bilind bikim, ji dilberî re xwe çok bikim, ez rastî dengê te têm, maneyên bêdengiyê dihejîne.
Di dengê min de bonga ronahiyê vedişêre, ez ji wê zîndanê hez dikim, çendîn di wê de hêsirên min e agirî û qêrînên pênosên yên namirin, û ji peyvên bihêrsbûyî ropel in hene, min di sîngê te de jîndarek e navê xwe azadî livand, lûleperek e hema maye ku bicivile, min wê wek davekek î niqombûyî bi xemgîniyê rakir, ewa xemgîniya min e .
wek akinciyek î li warên rikeberiyê de, ala evîna sor ji xwîna xwe radikim, ez lêvên te maç dikim, heta bêhindana ya têde mirovahî mirina xwe ya dawî radighîne, û di dema tu disojî , ji agirê min nifşek e bi şewat , dijwartir gurbûn wê zayin bibe, em herdû mîna kaniyên kelandinê ji hevdû derdikevin , ji balabûna hêsir û maçên me yên lêvên me wan çêdike, û naxwazin qet ji herdûka dûr bikevin, wek ku narvîna wan be ku bergiriyê li hevdû bikin herdem, min te bi dijwarî hembêz kiribû , min xwezî kir ku rehjena min ji qutanê raweste, ji ber ku min lutkeya xweşiya têkûz di jiyanê de hizr kir, bi rêya kêliyek e yekîtî wek wê nîne di jiyana mirovahiyê, tu ew zelaliya yên nivîsên min dike dehl û daristan, bi hervdû re, emê azadiya xwe bidestxînin, û di tariya zîndana me ya takesî de , emê kulekek e bi çûk vekin , ta ku di nav de hêvî derbas bibe.
Di dêmê te de ez rakêşeriya felekê dibînim, ji nav dûriyên fereh de ,ez bi kûrahî bang dikim te, di agirê argûnê de , ez gurvedan dibim, dema ez li kêlekê wê de rûdinim, dibim êzing, li cîhanek ê digerim, min li gewdeya erdê bighîne, li pêlên darek ê an kaniyek av biçûk an bibim çûkek î ji sertan re stranê dibêje, ta ku karibin zaroktiya xwe di şikefta cîhanek e din de vegerînin, ez timî zaroktiya xwe di çavên te de û çêja şekirê yên di lêvên te de vedigerînim, gengaziya xewinê di dilopên ava yê ji dêm û porê te derdikeve distînim, hêsirên xwe li ser akinciya neçar de,di çavên te de neçar dikim , di wan de herdem dişewitim , evînê ji zîndanê wê ya nemir berdidim , dil toq dike û digrî , heta ku bîrên çavan ,ji avên xemgîniyê zuha bibin, hilmên şevbuhêrkên sar ,di biskên porê te yê şahberûyî de diherikin , û hîn bang li te dikim, di aliyê ku ez bi rêya wê diçim cem te dudil dibim, wek reweşta her kesê hez dike , nalîna tiyek î wî berve mişextiyê li ser cade û qadên hevdîtinên jê koçbûyî dibê.
Ez dîlê van kêliyan im , dîlê van şevbuhêrkên xemgîn im, dîlgirtiyê dengê bedew yê naxwaze ji sîngê min derkeve, zaroktiya evînê di nav kaxizên min de xewindîtin dike, û perdeyên evînê tên girtin, ta awazek ê ji awazên peyvên min in şewqdayî di vê felekê de gîmîn bibe.
Min dihêle ku ez bi te niqom bibim, evîndarê xewinê te bim , evîndarê berfa li kêlek pencereya te bim, ta sirûda min di ferehiya asîmanê de nemir bimîne, tu raperîna min di dilê pela zuha de , ji ser bilindî daran ve hatiye xwarê gur dikî, kurte jiyanekê ji çûkan re li ser awaza min di çaxek e payîzî de pêşkêş dikî.
Agirên laşê te di hembêzê min de vêdikevin, hest dikim ku tu bi min ve qemitî yî , te xwe bi ser sîngê min de berdaye, kelandin di bîçimên pênosa min de gij dibe, xwe ji nû ve li ser bezê li pey te perwerde dike, li benda werîbûna yasmînê li ser memikên te dimîne, mîna weşîna tîp û pel ji zîndanên girêdanê bi şaxan, di xemên te de keserên min bibûn pel, min ji hebûna te wateyek î afirand, ku tu timî bi avên şîn di cîhana celb û cenaqên reş de biramî .
Ez xwe di te de digerim , di çavên te de , li xwe digerim, di wan de li welatek î digerim, hemî neqşe rewrewk in , û erdnigarî bi tirs û nîgaş in, çavên te gerestêrka min e yê nayê jêbirin ji gerestêrkan û ne kakêşan û ne jî gulstêrk bi wî diterpilin, em demsalên hevgariyê ne di jiyanê de bi rêk û pêk, dubare dibin.