Berî vegerê

470

Berî vegerê
*Rêber Hebûn

li ser lutekya pîzotê hildikşim, , ta ku tozê jê bibim , rengê wî ya bêkêr li ser pencereya valahiyê, bi hevsanî bihindan bikim, di nermiya sîngê te de derketina xunavê bihin dikim, wek roka memikê te yê girover e li paş kakêşa tariyê.

Bi malzarokê sihikê xwe diqemitînim, ev xwastina wêraniyê ye ,ku lêborînê ji kokelên qêrînê bixwaze, lerza girover yê di qirikên me yên xwêdayî de bi cih dike , ji dîmena ji hev ketina laş bi derya û bejiyê re kete rikeberiyê .

Deriyên mirinê ji hev dikim, ji ewrên ku serê xwe bi pepûkiya xwe rakirin, pêş sertbûna heznekiriyê û serdavên asêkirî, di katê xwe de vedikim, dîmena reşatiyê digrim, serê xwe li ber dergehên – Hîroşîmayê – radikim.

Mîna ewrekê li ber candan dibim, candan roniyê lêketibû, bi rêjnek girî, min xwe mîna darek bê mêr min xwe neda alî, kokê dilê wê qels bû, matmayîbûna virmor pehîn dikim, bi kevirên westabûnê berge û ewrê dîlgirtî kevir dikim, bi xweya roçûnê tevhev dibim, bi xweylînên xwe ,li taldeyê cihek dûr de tevderbas dibim, paş hêlînên marên yên nema fişfişê dikin, xwe vedişêrim, qûmê wek bawanî ji xwe re dikim balgih, ji eniya xwe re dikim sihikek, axdariyên xwe yên dûr bilind dikim, di nîvê horekî kaş û kûş, bermayên bê omîd, di berxaneya piniyê de datînim, girî bû lîstok , ji nişkê ve hêsirên me li ser boşbûna hestê ,bênirxiya êşê ketin, pakî nepenî bû, seqem cihê xwe li ser darê evînê girt, de vegere ji mirinê narvîna min , derew miriyê, û rastî mest e, valahî şêniya mirina evînê di her cihî de belav dike, wêneyên xwekuştiyan li ser dîwarên awazgehan diqemitîne, li qeyseriyên ne asayîyan dîmenan weşan dike, ez nema bergerînê ji kesekî dipejirînim, ji ber benê dilnermiyê qetiya , dem min nema dabû ku pê ez xwe sêdar bikim, û ez bi ser neketim, min te winda kir ey hevalçûk, min bi dawî xewinên berşîrkan winda kir, dirinde û reşatiyan ketin zîndanên xewinên min , ev hemî ji gavînê re, ji pepûkiya belaş re , ji kîna erzan re , ji kelevajiyekî re nav lê kirin hêvî.

Girnijîn di me de bi zorê birin, û zaroktiya me çekirin dojehê, û bihna êşê,ket hinava bihinxweşiyê, ji ahînkişandina awazê , rewestgehên xewinê me dinivîse, ta li berbayê vedengê de belav bike, çendîn bîranîn bi seyre, çawa me mandele dike, dema min ji yara xwe sozek xwest, dara evînê di çengên wê de şikestin, û çûm şêniya evînê ragihînim, û ne diyarî simên xwe derxist, yar li birîna xwe xist û bi jibîrkirinê jiyana xwe bi dawî kir, mirina wê gur bû, li aliyên penaberiyê de , bû stranek nema rawestanê li ser daveka êşê dipejirîne, wisa em çirûsîna xeyidê qezinc dikin, ji kesera jinek ê , di çavên xwe de xewinên berşîrkan dihelîne, wisa em bi henaseberdana evînê dikevin, û bi çempilê bîrêkirinê û penceşêra metirsiyan û taya sêwirê hest dibin, ew tev zora me dibin, û yê din sertbûna xwe li pêş çavên me radiweste , xwe li ber me digerîne, tenaziya xwe bi sêwîbûnê bêdengiya me dike, ev seyrbûna me ,rewrewkê çêdike, encamê ji dilsariya me digre, dil pêş wê rabû mîna balindeya bîrêkirinê , bi ser ve wî bir, ji eynikên seyrbûna me , li ber qeraxên mestbûna me serxweş dibû, ey çem ,ey damarê dengên min e hatî ji jiyana şewatan ,kêlek dîwarên serbirxaneya kirêt, bê tirs li ser pirên gumanî û metirsiyê derbas dibim, bi ser ve baweriya rastehatinê têm, û di peyala vêketina xwe disojim, mîna balindeya legleglê me ,dema berve cîgehên germbûnê rêwî dibe, ez bi tenê bêriya derbasbûnê bê nîv çavlêdan an zivîrandin dikim, armanca min ku di dirêjiyek bê dawî de bifirim, min ji rakêşeriya zarkariya min qut dike, û durûmên arzariyên min dide min, min gelek li piniya arziya xwe ji evînê re lêkolîn kir, tevî ku dev ji min berda û pir li ser kêliyên belavbûyî di cihên dûr de, lêgerîn kir, ji ponijiya min re windabûn bi tevahiya xwe ,xwe dabû min, çendîn bîrêkirin me bêxewî dihêle di gava xwastinê vegera rizgarkaran.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.

آخر المقالات