Bêdengî

803
Bêdengî
Rêber Hebûn

Bêdengî ,kêliya destpêkirinê bi gengeşeya hundirî , hawirek ji derdanê hest û rabûna wî ji dil, bîsteka nalandin û gazinda penî ye, û ponijîna gerdûnê, ken û kûrtê wê ya bi êş e, bi dabeş û tevinên wê ya tevderbasbûyî.

Dema em tiştekî winda dikin, û ji kesên din vedişêrin, em bi beza paş, xulekên jiyanê bi westabûn, berdewam dikin.

Xweşrabêran bi gihiştina xwe li kenara bîrêkirinê dibin, li ser asoya sipî de, em destpêdikin, bi ramankirinên xwe , bi sersamî , pêş buyeran bêdeng dimînin, hayhoyên me , bi pêtîbûn berdewam dibin.

Bêdengî zimanê avrazbûnê ye, di zehmetiyên jiyanê de , rengên xwe, di gul û qurçên giyanê de , namegerî dibe.
Ew kêliyek gewreyî ye, pêş reşbûna wateyê û resenbûna ronîbûnê, û berketiyên gewdeya cegersoj, bi sistbûna xweş û sawdar, di lêketina zengilê .

Temenê bêdeng , me wek asayîşekî lal disekinîne, dema em li dor cîhanên xwe de dizivirn, bi rêya bêdengiyê , namesazên gerdûnê, şîretên sirûşt û jiyanê vedixun.

Em ji bêdengiyê , zimanek ji dilrûniştina taze diafirînin.
Em namegoriya hestbûyî a bêhindar, di rûberên zeviyên ên bi stêrkan xemilî ne saz dikin.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.

آخر المواضيع