Şagirtê dojehê

851

Şagirtê dojehê

Berêvara nediyar me bi bûçikên cixareyên xwe dipêçe, êdî hema derbasgehên hezkirinê di bîçimên me yên navenav de vedimrin,di dema ku tu bi bê bêvî hewil didî bi rêya pêveçûnên xwe yên xwelîkî, gotarek e ez ji guhdarkirinê wê bêzar bûm e bidî min, tu ji hozaniyê hezdikî ? , baş e, kêmasî neke ku tu mîna balindeyk î nûgihayî li dor çakbûyî û dudiliya nezan de bizîvirî.

Bi hemî evîn tu dinivîsî , di navbera te û gotarê zendek ji sîberê ye, tu bi sivikbûnek e dagirtî ,hewil didî ku tu bê hêviya xwe ya çarîndirêj , bi gerdenpêçek ji pirsînê kinekin bikî, li ser felekê de, bi reşbîniya mêrek î gîha du hezar sal diaxivî, ta ku tu carne ji min re bibêjî:
– berêvar peyvek perjeng e , kokên hêviyê vedike, û evîn peyvek bîrêkirin e ,bi helbestên perjengê destpê dike.

Ez bi vê diramim , ji ber ku hêvî hemwateya hemî perjengê , an nalandinê ye, me dike li pêş berberiya narvînê de, di kêliya nivîsandinê , ji nû ve dibêjî :

– bizanibe ey helbestvan ku tu ji malzaroka serêşiyê û ji hundirê derdkişandinê û êşê zayî.

Tu bi pirsên percankirî dadigrî , bi ramanên ku li ser baniya ewrekî de, avjeniyê dikî, min dixî di nav rastehatinan de , dema ez hewil didim tiştekî ji zaroktiya xwe li gund vegerînim, û ez li ser piştê kerekî bûm, bena yê bi amana lastîkiya mezin , girêdayî dikişkişîne, li jêr bîrê dadikeve, piştê ker bê kurtan , êş dide kesê yê li ser rûdinê.

Gundê te yê dagirtî dilşikestin , bi keserên hov tijebûyî , çendîn ji aramiya wê hezdikim ,bi rêya axaftinek e hênik li gel te , bi kûrbûn di kûrahiyên felsefe û nepeniyên wê diramim, çendîn ew gira nêzik mala we, bedewtir e, gelek tişt ji awirên min in dûr ji ezmên re dibêjin, dûrî simên tirs û metirsiyê, ji siberojê.

Ez li ser bedewtirîn helwest û pirtir hêsanî û kawikiya wê dinivîsim , ew tiştê ku ez pê şehnaz dibim, tevî tarîbûna rojên lawaz , ji rûdan û pevçûnan dagirtî ne, têdigihin lorîna xemgîniyê di şer de, û penda roderketinê .

Mirin ew çîroka dûbare bûye , di jiyana me de, kesên din bêdengî û koçberiyê davêtin hev ji têgihiştinên bîranînê hêdî hêdî , di dema ku em çîrokan dibêjin, wek kesên yên cixareyên titûnê xistin e devên xwe, bi xwarina êşê, timî kêfxweş in, me jiyana pepûkên xwe berdewam jibîrnekiriye , lê belê em hayhoyên wan di xulekek e ji ramanbûn û serbizaftinê dikşînin, em li ser rastiyê dizanin, ew cihê tinazîkirinek e bi armanc e ji jiyanek e ne ya me ye.

Çênabe kêliyên derbasbûyî malgir bibin, ji ber jiyana me vala ye ji çi hilmê, ji bilî talîbûna ku bi gewriyê digre, di dema giriyê de dibrêje, min dixwest ji te re binivîsim, bê agehdarî , ta tu bizanibî ku tu di dîrê min de yî, wek çi canxwastingirekî ji dizî ve li tiştê buhirtî dinêre, û mehnedanînek aşkere.

Erê birêzê min , ey gundiyê serkêş, yê bazdayî mîna hemî serkêş û cotkaran, ji piş û kurtên komên tundirew , yên diman mîna penceşêrê ,li deverên me de, berve Entaliya yê diçî , berve bajarê yonanî yê bihna şarisyaniyê jê dihat diçî ,Entaliya ya tirkan wê binpê kiribû, nalbendê hespan, ta tu henarê çinî bikî û di êvarê de westiyayî vegerî, mirin ji vê jiyanê re û mirin ji felsefeya birçiyan û sloganên wan.

Te rojekê ji min re got , wek ku tu xemxwariyê radigihînî , û belav dikî, dema te bi pistepistek miqris ji nişkê ve, te bi min re got :

– em zarokên xemxwariyê ne ,di civakekê de dijîn, azad têde bindest e , mirin ji wê jiyana pepûk re, ti azadî nîne , ew ji rewrewkên lawazan in , yên ji çoxên xanedanên hêzdar mijîn, li ser jiyan kirin, bê avek î ku gewriyên wan şil bike, herwiha dojeh jî hevalê min ,ew bavek e ji kesê ku derdan dikşîne, û birayek e ji kesê yê dirame û dayikek e ji kesê ku daxwaziyan dike.

Mirin ji dojehê re , çendîn ez rawestiyam , çîroka min ev bû mîna rawestgehek bi êş , rehjenên dilê min ,piştê xwe bi bûçika katek î li dîwarekî girs de girêdide, û ez hemî tiştên yên bi giriftariya êşê re hevaltiyê dike, di dema axaftina li ser êşê, belav dikim, tevî vê jî pêdiviye ku ez malê te yî wêranbûyî û çirokên gundê ku ez û apê xwe me li hev kir li ser binavkirina wê, – gundê miriyan – bînim bîra xwe, û niha ew gund bûye yek ji derbasgehên şer û eniyên yên têde şer bi mirinê re tê kirin, navên wan di wan dever û şikeftan de jinbî bûn e, hinek jî dibêjin ku di binê wan şikeftan de entîke û zêr hene, min ti hêvî di welatên bizdanê de nedît, û bajarên sîbera fereh , mêrên wê lehengiyê bi gotin û zîtzîtan diyar dikin , bi rêya lêdana jinên xwe û barandina sixêfan li ser wan , min tenê dengê pênosê didît, dema hêrsa xwe bi ser her tiştek î bi êş derdixîne.

Tu şagirtê – Şopinhûrî – dema tu pesnê dojehê didî, çendîn tu bi azariyê re dilsoz bûye , bi rêya rûniştina xwe di bin wê de, dema te li vir digot :

– bawer nebe bi striyê bêzariyê di nav gulan de, li paş êşên jiyanê zelalbûna hêviya wêrek berz dibe, ez bi tiştek î ji bilî nivîs û gotinên xwe bawer nebûm e , nalîna xwe derdixînim li ber xemgîniyê, vaye em gîhan e li qeraxa mirinê , çi hîn maye ey dojeh, bibe çi tu dixwazî û bisojîne, tiştê tu divê , wê ji bilî barên meraqên me raneke, ew hêsir û bêhêviyên yên li ser me giran bûn e, em hest nebûn e bi zikreşiyê li ser miriyan.

Di dema dan û standinên me de , Heleb bi dîmenên serhildanê û rabûna li ser piyan dagirtî bû , û dengê top û qurşînan ranewestî, ew mizgînî dan ji miri û berejoriya zêde ji qurbaniyan, ez dojehê dibînim, bang dide, û dengê wê li taxa Şêx Meqsûd ya xerbî bilindtir dibe û goristana Siryan ya kevin baş , hawarên miriyan guhdar dike, geh bi navê azadiyê û geh jî bi banga – xweda mezintir e – yê bi zordariya har dagirtî bû , û pir ji caran , min guhê xwe dida li dengên yên radibûn ezmên bê hespên bi bask , û lingên yên li pêlavan digerin ,ta ku ji malek î wê piştî kêlîkekê were rûxandin derkevin, û li vir , li ser derbasgehên koçberiyê , xewinên me radibin jor, mîna hilma bê û domana ku ji devên yên bi sermaya zivistanê hatin e dorpêçkirin derdikeve, li ser dirêjî sînorên dûr yên vedenga pêlavên leşgeran wan dişopînin.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.

آخر المقالات