Takekesiya zanyarî û şera guhartinê

236
Takekesiya zanyarî û şera guhartinê
Rêber Hebûn

https://youtu.be/E84Ief-piI0

Bîrnasê zanyar Karil Yasbirz dibêje 1 : ( bîraweriya dîrokî û rodanên dîrokî lehengiyên takekesî biryarê wana didin, û rodanên şoreşa Ferensî ne gelê ferensî û ne jî alavên hundirî û derveyî biryarê wana dan ,yên ew çaxê dîrokî dorpêç kiribûn û bibûn sedemekê ji rodana şoreşa Ferensî, lêbelê ê wê lidarxistibû lehengiyên takekesî ji rêveberên şoreşa Ferensî bi radedanî, û xwendina me ji salê dîrokî re bi rodanên wêna ve, tenê hewildanek e ji bo zelalkirina çi tiştê takekesî lehengî di van rodanan de.)

bi rêya ramandina me ji vê veqetandinê re di rêbaza takekesîbûnê de û dîtina wê li gor sergehek e zanyarî , li ser girîngtirîn navdarî û nîşaneyên kesayetiya taqilker û vekoler ji êşên derdorê ,hingeme û nakokiyên wan binecî dike, û dibe em di çarçova axaftina Yasbirz sînora girîngiya van lehengiyên takekesî piştrast bikin, yên ku efasnên kevin, Yonanî,Romanî û ji bilî wan wek nimûne anîbûn e ziman, û ji me re nişaneyên lehengiya takekesî û rola wê ji pêşesazîkirina dîrokê û guhertina nîşaneyên wê piştrast kir, ji sînora baweriya me pêşî bi sazîkirina takekes û avakirina wî avakirinek e qayîm, ji ber ku pêşesazîkirina takekes ji sazîkirina civakê teva ye.

Û dibe ku em di çarçova wateya lehengiyê lêkolînê bikin, ta em bibînin ku guhertin bîngeha wê ye, û guhertin jêderên xwe ji vîn werdigre, û vîn ji berketin û bîraweriya bi girîngiya zanînê re vedigere, û zanîn ji civakê re dewlemendiya naverokî û giyanî bi awayek î beranber û lihevhatî pêktîne, û dibe ku hebûn ji tevger û lihevhatinê û tevderbasbûna hemî alavên hewayî û ciyolocîk bi awayek î tevlîhev hatibe li hev siwarkirin, û pêdivî ye ku em rêgeza wî a pê hatî ye naskirin bi guhertinê têbighin , madem her tiştî di hebûnê de di guhertinek e timî de ye, nexwe tiştek î li pêş pêlên guhertina har bi dijwarî xwe nagre, wekî harbûna bavlîsok û lehî ye, û henas tê belavkirin bi rengê vînên pirreng ve , û bi pêş de tên ji bo karguzariya zanebûnê bi lêkolîn, û kedên avakirî û yên piştê xwe didin e li ser alava tevgerê.

Û feylesofê zanyar Karil Yasbirz berdewam dike û dibêje : ( Hebûna rastîn pêktê dema henas xwe bixe di ezmûnekê de,û ji xwe re tiştekî wê ji bilî xwe cuda dike çêbike, û cîhan ji henas re sedemên rodanan pêşkêş dike, û henas ew rodanan saz dike, û eger ne henas be nirx ji çi rodan re nîne, di sînorekê de pêwîstîbûna bi rodana dîrokî bi azadiya takekesî ve girêdayî ye ta rodan bê sazkirin.)
————————
1- Karil Tiyudûr Yasbirz : ew priofîsorek î di pijişka deronî de ye, û yek ji bîrnasên Elmanya ye yên di çerxa bîstan detên e hijmartin li Oldinburgê Elmanya yê di 23.02.1883 de jidayik bûye, û li Bazil Siwîsre di 26.02.1969 de koç kiribû.

Û peywendiya zanyar bi alavên rewşê ve peywendiyek e berdewam û misoger e ji hestbûna bi pêdivî, talîbûn û xwesteka mezin bi dawîkirina belengaziyê , û ji pêkanîna rehetîbûnê û hestbûna bi xweşiya destkeftiyê piştî kedek î mezin re vedigere, û di vir de dîrok tê sazkirin û şopên wê li ser deroniya xelkê diyar dibe ta bên e girêdan bi girîngtirîn nirxên yên ji bona wê alavên jiyana bala pêktên, û gera zehmet û tekoşîna bi rêk û pêk a zanyaran evqasiya bedewî û rastiya parastina nirx piştrast dike, û wateya wê parastina erk û mafan e bi derbasbûna dem û dewranan ,û guhdankirina bi pêşesaziya takekesê zanyar naye wê wateyê dorpêçkirina wî bi reftarên sextebûn û pesindayînê û aşkerekirina wî mîna nîşanek î desthilatdar , lêbelê beşdarîkirina wî di jiyanê û nirxên pêşveçûna civakî de, di çarçoveya rewşên wê yên dîrok û babetî de, û li ser rehniya wê çêdibe têgihiştina rewişt ku ew hinek regezên rêjeyî ne di civakên guherbar û girtinhev de li ser taybetmendî û çandên xwe ,yên malgirtîbûna wê dikin û xwe jê re dikin nûner, û pabendî pirrengiyê nabin, û di encamê de civakên ne diyar ji dîrokê saz dibin, û ên din barê girtîbûn û qutbûna ji dîrok û dema niha yê dikşînin, û ji bilî ku bihevketina aborî di navbera xwediyên diravê gîhabû asta xwe yê herî bilind , û di vir de zanyar rewişt û parastina wê piştrast dikin, bi rêya parastina xêr,maf û bedewbûnê, û piştgiriya takekesan û xwendinkirina wan ji bo geşepêdana malbatê bi awayek î nûjen ve, hemî reweştên pergalî û girêdanên xwînî derbas dike, berve malbatek e ku zanebûn mîna komkarek e rastîn û pêşketî wana dicivîne, evîn, çanda lêborîn û aştîxwaziyê armanc dike dewsa malbata êlî a bi êl, siyaset, rageh, netew û partîtiyê ve liyangirtî ye di nav hebûnek e ku bi her avabûn an wêranî bandor dibe, û tiştekî xuristî ye ku em bi zanebûnê bawer bibin mîna hêzek e rûbirûbûnê li hember reşbîniyê û nirxên wêna yê wîranker, yê ku xwediyên diravê bi çavbirçîbûn cîgir kiribûn , û jiyanê pê guhertin bin siha hingemebûnê yê wateya wê ne yasebûn e, û yê ku ji ser hebûnê ve bergê şaristaniya zanyarî rakiribû.

اترك رد

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.

آخر المواضيع