Wergerandin ji Erebî: Cankurd
Ebdirehman Ehmed: Min pir ji hejar û binzoran re stra û min çi piştvanî ji çi alî ve negirt
Ebdirehman Ehmed: Efrîn zevînê Zeytûnê ye, erdê aştî û evînê ye, xêr û bêrê ye. Efrîn lêdaneke ji lêdanên dilê
Kurdistanê ye.
حوار مع الشاعر والفنان عبد الرحمن أحمد/ حوار أجراه: خالد ديريك/ الترجمة من العربية: جان كورد
Hevpeyvîn Bi helbestvan û hunermendê mezin Ebdirehman Ehmed re / Wergerandin ji Erebî: Cankurd/ Hevpeyvîn: Xalid Dêrik
:::::::::::::::::::
Ebdirehman Ehmed sala 1947ê ji malbateke cotiyar a hejar li gundê Koran – Nehya Cindêrês a girêdayî bajêrê Efrîn – Sûriye ji dayîk bûye.
Dest bi xwendina xwe ya seretayî li gundê (kefer Sefrê) yê nêzîk kirî ye, ji ber ku hîngê li gundê wî dibistan tune bû. Paş pênc salan çû gundê Mîrkan ê tenişt wan, ku ew jî girêdayê hêla (nehya) Mabeta ye li derdora Efrînê, û gava belgenameya koçbera seretayî standiye, careke dî koç kir, lê vê carê ew çû hêla Tirmanînê, ku ew jî li derdora Efrînê ye, da xwendina xwe li wir teva bike û ji ber ku li wir malin erzan ji bo kirêkirinê hebûn. Paş sê salan belgename ya koçbera dibistana amadebûnê stand.
Ji ber mercên diravî yên nebaş, ew binzor bû rêgaha xwe ya fêrbûnê rawestîne û ji bo alîkariya bavê xwe, xwe di nav zeviyê çandinê de dît.
Ebdirehman Ehmed bi zûkî, hîn ne bûbû heştdeh salî jin anî, ku pişt re sê sal û nîvan berdestiya leşkerî ya naçar kir.
• Geşta lêgerînê li pariyê jiyanê
Ew dibêje:
„Dema ez bûm bavê şeş zarokan, jiyan ji min re pir giran bû ji ber ku hatinî yên bavê min têra derhatî yên me gişa ne dikirin.“
Lew re biryara xwe da û bar kir bajêrê mezin (Heleb), bi hêviya ku li wir erkeke bi mûçe bibîne, da pariyê jiyana zarokên xwe bi dest xîne.
Paş lêgerînê bi kurtedemekê, bextewar bû, ku wekî karbidestekî di kargeha post (Berîd) û telefonê de hate bi cih kirin (Hîngê Post û telefon di yek saziyê de bûn) û bîst salan di wê saziyê de kar kir û rewşa wî ya diravî baştir bû, ku mîna hatiyên kesekî nîvrêz bû, lê paş wa dema dirêj di wê kargêriyê de dilê wî jê rabû, û nevîna wî karî kir ji ber sirûştiya nû ya wî karî. Careke dî zîvirî gundê xwe.
Di wê navê de kurêd wî bûn ciwanmêr û koç kirin Ewrûpa, yek li pey yê dî, di dem in ji hev nêz ve. Ew jî li dawiyê binzor dibe, ku mala xwe ya bi xwîdana eniya xwe ava kiriye bihêle, ewa ku wî hêvî dikir, rojekê tê de heta dawiyê bimîne û vehese, û tew ne di bala wî de bû, ku paş şêstsaliya temenê xwe ew jî wê li pêlê suwar bibe û bi pey zarokêd xwe keve li dûrava (menfa) Ewrûpî, da ew neyê girtin û ji ber revîna ji cenga, ku welatê wî daye ber xwe.
Niha jî helbestvan û hunermendê mezin Ebdirehman Ehmed li bajêrê Zürich a Swîsrî li gel malbata xwe daniştiye.
• Rêveçûna wî ya hunerî:
Ew li ser rêveçûna xwe ya hunerî dibêje:
Ez xortek bûm di geşbûna temenê xwe de, hîn nebû bûm duwanzdeh salî, dema hunermend dihatin gundê me û li ba kesekî ji gundiyan şevbuhêrka xwe dikirin (Ewên rewşa wan baş û malên wan mezin) û xelk li ba wan diciviyan. Di wî temenî de, ez bi wan re li encumena wan amade dibûm û min guhdariya gotebêjan dikir, ji wan du kesan ez bi bîr tînim (Reşîd Me’m Çîçan û Ibramê Tirko), wan ji haziran re li ser efsane û çêrokên mêrxazan ên kurdî digotin. Ez bi wan herdu kesan pir hukar bûm. Min guhdariya wan dikir û hîn ez piçûk bûm û min hêvî dikir, ez bibim hunermendek û ez jî cengan û efsaneyên kurdî bibêjim, da ez bi van karan civak û nasên xwe rewşentir bikim, û ez di vê rêyê re çûm, bê ku kesek piştvaniya min bike.
Çêkirê acetên Tenbûrê ji gundê me Koran bû, wî ji min re tenbûrek çêkir bi 35 Lîreyên Sûrî. Herku min li wê dinêrî, ez gelek dilşad dibûm, wekî ez aşiqê wê bûme. Gava merivên min û xelkê gund bi wê yekê agahdar bûn, dest pê kirin lome ji min kirin û gotin: „-Tu mirovekî xudan heyîn û êla te heye û navê malbata te bilind e, lê tu ketiye rêyeke şaş bi vî karî xwe, vê dûr ji xwe bavêje.“ Mebesta wan Tenbûra min bû.
Hunermend bûyerekê tîne bîra xwe li ser vê acetê, ew dibêje:
„-Tê bîra min… û ez ji bîr nakim, ku xalê min rojekê mala me, û paş ku Tenbûra bi dar ve, li ser dîwarê dît, rakir û bi hêz avêt xarê ser erdê, da ew aceta min li ber çavên min bibe 50 parçe, û hêstirê zuwa di çavêd min de civiyan, bê ku ez kanibim tiştekî bibêjim.
Paş ku temenê min bêtir bû ji 17 saliyê, êdî lomeyên xelkê ji min re ne giring bûn, nema min guh didayê û min rêya hunerê da ber xwe, û min ji cengên (Stranên mêrxasan û cengan) dîrokî hez kir, ji xeynî xwe bêtir, ji ber ku ez dîrok û zanîna serzevînî (Geografî) ya kurdî bi Folklora kurdî ve girêdayî ye… û min karê xwe ta roja xwe ya îro gudand, û ez ne ji ziyankêşa me, belku ez bi kar û hunera xwe serbilind im.
Ez li ser destê mamoste yê xwe Hesen E’bûd, lêderê Du yê navdar û dostê min ê di kar de fêr bûm, min huner û fêrbûna xwe ji vî mirovî yê navbilind bir, û min li ba mamoste Edîb Eddayêx Solfêja stranê xwend.
• Babetê stran û pirtûkên wî:
Bo min stranên şoreşgêrî, neteweyî, folklorî kurdî û Marksî hene. Di destpêkê de şoreşî bûn, ji ber ku ez hîngê Marksî bûm, û min pir li ser hejar û sîtemaran stra, pişt re min stranên neteweyî li gel ên şoreşî stran û di serî de strana ku sernavê wê ev bû (Werên îro Newroz e) û paş panzdeh salan, min dest bi nivîsandina çêrok û romanên mêrxazî kir, heta sala 2004ê, bi ser de jî min stranên folklorî stran, yên ku ez aşiqê bûbûm.
Li ba min bêtir ji 25 stranên sade kurdî hene û min gelek jî bi pir hunermendên Rojava – Sûriye nivîsandin û yekemîn helbesta min nivîsandî bi zimanê Kurdî bû û bi sernavê (Keça kê ye ez nizanim)
û ji nivîsêd min: Jînnigariya hunermend, lêhatin û Qeder, Reyhan û Tiryaq (Romaneke).
Li ser her 4 kurên xwe jî dibêje, ku ewana jî di rêya hunerê re çûn û ketin nav keftelefta hunerî û ewana jîbûn hunermend:
-Hemodê lêderê aceta Dram e, Di îzgehan de û li gel pir hunermendan xebitî, ji wan jî hunermend ê Kurd ê cîhanî yê navdar (Şivan Perwer).
-Ehmed jî tenbûrvan e
-Emmar şaxnasê tomarkirina stranan e ji hunermendan re
-Delîl jî lêderê aceta Dram e û li Swîsra dijî û di nav desteya Raman a kurdî de dixebite.
Hozanvan û hunermend Ebdirehman Ehmed şirove dike, ku pêwîste rewşenbîrê Kurd ji lêkolîn û pesindariya ji bo armancên xwe yên kesanî bi dûr keve, di dema ku stran û sazên me yên kurdî yên folklorî tên dizîn û ên ne ji gelê Kurd jê mifayê distînin, wan berhemên ku lehengvaniyê kurdî yên kevin in. Ma bo çi em li dîrok û kevnedema xwe venagerin û li ser wan berhemên ku berî niha bi sedan an bi hezaran sal nanivîsin.
û dibêje: Ez ji hemî hogirêd xwe yên hunermend tika dikim, ku ji dil de û bi dilsozî dîna xwe bidin ser strana folklorî, ji ber ku folklor dema me ya borî û efsaneyên me tîne bîra me, wek (Kulikê Silêman, Tayîr Beg, Guhreş, Sad Ehmed) û bi sedan ên wek wan, da giş bizanin, ku folklora me dîroka me ye, dîroka me jî dema me ya niho ye û ev dema me jî paşeroja me ye. Gava strana kurdî winda dibe, hunera kurdî dibe hunereke jêwergirtinî, û niha hunera bê sermiyan wekî nanê ku tamzara ardê genimî jê nayê.
Min çi piştvanî ji aliyekî kurdî ve ne girt, çimkê ragihandina kurdî ragihandineke sext e û girêdayî ye û ji bo nasdariya kesanî ye. Ragihandina kurdî kehr e, kûr e û lal e, ji ber ku ez dibînim û dibihîsim, ku hinek ragihandêr û rewşenbîrên Kurd ji dil de bi şêweyekî karhez naxebitin, ewana ne li gor bingeha: „Her mirovek divê mafê xwe bistîne“ kar dikin…
û li ser dûriyê jî dibêje:
Li dûriyê, ez xwe di zindaneke vekirî de dibînim, çimkê ez kurê dilsozê Efrîn im, ez tê de û di nav daristanên wê de mezin bûm. Efrîn ji jîna min bihatir e, tê de hemî bîranînên min hene, ji zarotiyê de. Dema ez li gund bûm berkenîna min balatir dibû û ez herdem rûgeş bûm, geşbûnê hinava min dadigirt. Ji min bawer bikin, ez li vê dûriya xwe wê berkenînê nabînim. Efrîn zevînê Zeytûnan e, zevînê aştî û evînê ye, xêr û bêrê ye. Efrîn lêdaneke dilê Kurdistanê ye.
Ez ji Xwedê tika dikim, ku kona aştiyê di ser Efrîn û gelê wê re verişîne, û hêvî dikim, ku rewş li welatê min hêmin bibe û ez vegerim cîhana xwe, civaka xwe, gundê xwe û zevînê xwe, da berkenîn û dilşadiya min li min vegerin…
û li dawiyê dibêjim:
Ez wekî hunermendekî ji 35 salan ve, hinek dengên ne hêja û ne rûşeng dibihîsim, ji wan kesên xwe wek haydarên hunerê didin nasîn û helbestan ji gelek helbestvanan dibin, lê bi xwe nizanin, ka ew helbest serpêyî „îrtîcalî“ ye an ji bo stranê ye, pişt re stran bê wate dibe, ez ji hemî hunermendan hêvî dikim ku peyva bi hêz û sazê nehatiye dizîn bi kar bînin û bala xwe bidin ser.
Hevpeyvîn: Xalid Dêrik
Hevpeyvîn Li Gel helbestvan û hunermendê mezin Ebdirehman Ehmed
Hevpeyvîn bi Erebî
Şemî: 2018/03/10
الشاعر والفنان عبد الرحمن أحمد: غنيت كثيراً للفقراء والمظلومين ولم أتلق دعماً من أي جهة
الشاعر والفنان عبد الرحمن أحمد ينصح الفنانين الاهتمام بالأغنية الفلكلورية
حوار مع الشاعر والفنان عبد الرحمن أحمد/ خالد ديريك
2018-03-10
ولد عبد الرحمن أحمد عام 1947 من عائلة فلاحية فقيرة في قرية “كوران” بناحية جندريس التابعة لمدينة عفرين ـ بسوريا.
بدأ تعليمه الابتدائي في قرية “كفر صفرا” المجاورة، لانعدام المدرسة في قريته وقتذاك، وبعد مضي خمس سنوات، انتقل إلى قرية “ميركان” التابعة لناحية معبطلي بريف عفرين، وعندما حصل على شهادة المرحلة الابتدائية، انتقل مرة أخرى، ولكن، إلى ناحية ترمانين بريف عفرين ليكمل تعليمه، ولتوفر بيوت آجار رخيصة فيها، وبعد ثلاث سنوات، نال الشهادة المرحلة الإعدادية.
توقف مساره التعليمي فيما بعد نظراً لظروفه المادية السيئة، فوجد نفسه بين أحضان الطبيعة لمساعدة والده في الحقل الزراعي.
تزوج عبد الرحمن أحمد باكراً في سن لا يتجاوز ثمانية عشر عاماً، ليقضي فيما بعد ثلاث سنوات ونصف في الخدمة العسكرية الإلزامية.
رحلة البحث عن لقمة العيش
يقول: “عندما أصبحت أباً لستة أولاد، صعبت الحياة بالنسبة لي، لأن واردات أملاك والدي لا يكفي لمصروفنا جميعاً”. ولذلك شد العزم وبدأ بالرحيل إلى مدينة الكبرى (حلب) على أمل الحصول على وظيفة ما لسد لقمة العيش أولاده.
بعد البحث بفترة وجيزة، حالفه الحظ، وتعين موظفاً في مؤسسة البريد والهاتف (كانت مديرية البريد والهاتف واحدة وقتذاك)، وخدم في هذه المؤسسة لمدة عشرين عاماً. تحسنت أحواله المادية لتصبح بمستوى الدخل المتوسط، لكنه كره هذه الوظيفة بعد هذه المدة الطويلة لأسباب تتعلق بطبيعة المستجدة للعمل، فانتقل مرة أخرى إلى قريته!
في هذه الأثناء، أبناءه أصبحوا شباباً، وسافروا إلى أوربا واحداً تلو آخر في فترات متقاربة، سيضطر هو الآخر في نهاية المطاف بترك منزله الذي عمره بعرق جبينه، والذي ظن يوماً بأنه سيرتاح فيه إلى الأبد، ولم يكن في حسبانه بأنه بعد عمر تجاوز ستين عاماً سيركب الموج ويلتحق أولاده في منفاهم الأوروبي، وذلك تجنباً من الاعتقالات وهرباً من حرب اجتاحت بلده.
يعيش الآن الشاعر والفنان الكبير عبد الرحمن أحمد في مدينة زيوريخ السويسرية مع عائلته.
مسيرته الفنية
يقول عن مسيرته الفنية: كنت شاباً في ريعان من العمر، لم أتجاوز اثني عشر عاماً بعد، عندما كان الفنانون يترددون دائماً إلى قريتنا ويسهرون عند أحد ساكني القرية (مَن تكون أحواله جيدة ومنزله كبير) والناس تتجمع عنده، وفي هذا العمر، كنت أحضر معهم وأتسمع إلى الراوي في المجلس، أتذكر اثنين منهم (رشيد معم جيجان، أبرامه تركو) كانوا يروون للحاضرين الملاحم والبطولات الكُردية، لقد تأثرت بهذين الشخصين كثيراً، كنت أتسمع إليهم وأتأثر بهم وأنا طفل صغير، تمنيت أن أصبح فناناً وأروي الملاحم والبطولات الكُردية لأجل أن أثقف مجتمعي وناسي بهذه الأعمال، وسرت على هذا الدرب دون أن أتلقى التشجيع من أحد.
كان صانع آلات البزق من قريتنا “كوران” فصنع لي بزقاً (آلة موسيقية) بمبلغ خمس وثلاثين ليرة سورية. كنت كلما أنظر إلى هذه الآلة، أفرح كثيراً وكأنني عشقتها. وعندما علم أقربائي وأهل القرية بالموضوع، أصبحوا يلومونني ويقولون: أنت إنسان لك كيانك وعشيرتك، وعائلتك سمعتها طيبة، وأنت سلكت درباً خاطئاً بعملك هذا، أرميها بعيداً عنك، أي آلة الموسيقية (البزق).
ويستحضر حادثة جرت معه حول هذه الآلة فيقول: أتذكر … ولن أنسى بأن خالي جاءنا إلى البيت يوماً، وبعدما رأى آلة البزق، وهي معلقة على الحائط، رفعها وألقاها بقوة أرضاً، لتصبح آلتي خمسين قطعة أمام نظري والدمع الناشف يتجمع في حلقي دون أن أتجرأ على النطق.
بعد تجاوزي سن سبعة عشر عاماً، أصبحت لا أهتم كثيراً بملام الناس وسلكت طريق الفن وأحببت الملاحم التاريخية أكثر من غيري لأني أرى التاريخ والجغرافيا الكُردية مرتبطاً بالفلكلور الكُردي. واستمريت إلى يومنا هذا، ولست من الخاسرين، بل أتباهى بعملي وفني.
وقد تعلمت على يد أستاذي حسن عبود عازف العود المشهور وصديقي في العمل فأخذت أكثر فني وتعليمي من هذا الإنسان الراقي، وكما درست صولفج الغناء عند أستاذ أديب الدايخ.
أنواع أغانيه وكتبه: لي أغان ثورية، وقومية وفلكلورية كردية، وماركسية. في بداياتي كانت ثورية، كوني كنت ماركسياً وقتذاك. وقد غنيت كثيراً للفقراء والمظلومين، وبعدها غنيت أغانيَ قومية مع ثورية وأولها كانت أغنية كُردية بعنوان (Werên îro Newroz e).
وبعد خمسة عشر عاماً، بدأت اكتب قصصاً وروايات بطولية حتى عام 2004 زد على ذلك غنيت أغانيَ فلكلورية التي أعشقها.
توجد لدي أكثر من خمس وعشرون أغنية كردية خاصة، وكتبتُ أيضاً لكثير من فناني كُرد روجافا ـ سوريا.
وأول قصيدة كتبتها كانت باللغة الكُردية بعنوان (Keça kê yê ez nizanim )
ومن مؤلفاتي: سيرة حياة الفنان، الصدفة والقدر، العبق والترياق (رواية).
ويقول عن أولاده الأربعة أنهم سلكوا درب الفن، وأصبحوا فنانين:
ـ حمودة عازف آلة درام، عزف في الإذاعات ومع الكثير من الفنانين ومنهم الفنان الكُردي العالمي الشهير (شفان برور). أحمد، هو عازف آلة البزق. عمار، اختصاصه تسجيل الأغاني للفنانين، دليل عازف آلة درام وموجود في سويسرا ويعمل مع فرقة رامان الكُردية.
ويوضح الشاعر والفنان عبد الرحمن أحمد أن على المثقف الكُردي الابتعاد عن البحث والترويج لقلمه في سبيل غايات ومصالح شخصية، في وقت أغانينا وألحاننا الكُردية الفلكلورية تتعرض للسرقة ويستفيد منها غير الشعب الكُردي، والتي هي ملاحم بطولية كُردية فلماذا لا نلجأ إلى تاريخنا وماضينا ونكتب بما هو كان قبل المئات وآلاف السنين.
ويقول: أرجو من جميع زملائي الفنانين أن يهتموا بالأغنية الفلكلورية بجد وإخلاص لأن الفلكلور يذكرنا بماضينا وبملاحمنا مثل (كولك سليمان، تاير بك، كوه رش، صاد أحمد) ومثلهم المئات ليعلم الجميع أن فلكلورنا هو ماضينا وماضينا هو مستقبلنا ومستقبلنا هو حاضرنا. فعندما تضيع الأغنية الكردية، يصبح الفن الكردي، فناً مقتبساً. والآن الفن بلا ذخيرة بمعنى خبز ليس من طعم طحين الحنطة.
ويضيف: لم أتلق دعماً من أي جهة كُردية (أحزاب ومنظمات وشخصيات)، فالإعلام الكُردي، إعلام مزيف ويتصف بالمحسوبية والمعرفة الشخصية، الإعلام الكُردي أصبح صماً، بكماً، عمياً، لأنني أرى وأسمع إن بعض الإعلاميين والمثقفين الكُرد لا يعملون بشكل جدي ومهني، أي بمبدأ “كل إنسان يأخذ ذي حقه”.
وعن الغربة قال: في الغربة، اعتبر نفسي في سجن مفتوح لأنني ابن البار لعفرين الكُردية، ترعرعت فيها وبين غاباتها الجميلة. عفرين هي أغلى من حياتي، فيها كل ذكرياتي منذ الطفولة، عندما كنت في القرية كانت بسمتي تتعالى والبهجة دائماً تغمر داخلي، صدقوني لا أشعر بالبسمة الآن في غربتي.
عفرين أرض زيتون، أرض السلام والمحبة، البركة والخيرات. عفرين هي نبضة قلب كُردستان.
أرجو من الله أن يفرش خيمة السلام على عفرين وأهلها، وأتمنى أن تهدأ الأجواء في بلدي وأعود إلى عالمي ومجتمعي وقريتي وأرضي لكي ترجع بسمتي وفرح قلبي.
وأقول أخيرًا: كوني فناناً منذ خمسة وثلاثين عاماً، أسمع أصوات غير لائقة ولبقة من الذين يدعون الاهتمام بالفن ويتلقون القصائد من الكثير من الشعراء لا يعلمون هل هي قصيدة ارتجالية أم للأغنية، وبالتالي تصبح الأغنية لا معنى لها، أتمنى من جميع الفنانين أن يلجأوا إلى الكلمة القوية واللحن غير المسروق.
حوار أجراه: خالد ديريك
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
الشاعر والفنان عبد الرحمن أحمد